Yazar : Avesta Yayınları
Metheloken Hezrete Sileman Bi wergera Kamiran Alî Bedirxan derket “Methelokên Hezretê Silêman” bi wergera Kamiran Alî Bedirxandi nav weşanên Avesta de derket. Kitêb cara yekem di sala 1947an de ji aliyê Civata Kitêba Miqedes ve li Bêrûdê hatibû çapkirin. Ev in hêj Methelokên Silêman, yê ko bi destê peyayê Ezekiyas, Qralê Cuhistanê, hatine berhev kirin. Mezinahiya Xwedê veşartina tişta ye, lê mezinahiya qrala kifşkirina wan e. Ezman bilind in, erd kûr e, û qesda dilê Qralan na yên seh kirin. Kefên zîvî jê hilîne, ji bona zîvker guldankek derdikeve. Ji tenişta Mîra mirovên xerab hilîne, pê textê wî bi edaletê qaim dibe. Di dîwana Mîran de me keve pêşiyê û cihê mezinan me gire. Çêtir e ko ji te re bête gotin: were hilkêşe jor, û ne ko di pêşiya qral de qedrê te bête şkênandin û tu wê bi çavê xwe bibînî. Bê giranî me be dawadarê tiştekî, ma heke qedrê te hate şkênandin tu ê çi bikî. Bi xelkê re doz û dawa xwe bike, lê veşartiya mirovekî din eşkere me ke. (Bide eqlê xwe), yê ko bihîstiye heye ko lewman dike te û navê te dikare pê di nav xelkê de kêmqedir bibe. Gotineke bi rê mîna sêveke zêrîn li ser firaxeke: zîv e. Tekdîrên mirovekî hikmetdar ji bona guhên hişyar weke guhar û gerdeniyine zêrîn in. . Author: Avesta Yayınları.
Metheloken Hezrete SilemanAvesta Yayınları kitap indir bedava
Metheloken Hezrete Sileman
One of the most helpful books in my Talmudic career. If you, like me, are a Day school/Hebrew school dropout, I highly recommend this dictionary. Caution: it's read left to right like an English book, but is ordered by Hebrew letter Aleph to Taf.
2022-11-14 13:38